SANA: Waliyê DAISê yê Iraqê hate girtin

16 February 2025 12:05 0 dîtin
SANA: Waliyê DAISê yê Iraqê hate girtin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a Sûriyê (SANA) çavkaniyeke îstixbarata Sûriyê ragihandiye ku Waliyê Iraqê yê rêxistina terorîst DAIŞê hatiye girtin.

Hatiye diyarkirin ku Walîyê DAIŞê yê Iraqê ku navê wî Ebû Haris Iraqî ye û postên wî yên girîng di nav DAIŞê de li Iraqê hebûn.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku Ebû Haris Iraqî herwiha berpirsê dosyaya DAIŞyên biyanî û cîgirê berpirsê kelûpelan bû. Ebû Haris berpirsê amadekirin û plankirina hejmarek kiryar û êrîşên terorîstî bû, nemaze li dijî Meyser Cbûrî bûye.

Herwiha ajansê daye zanîn, plana berê ya armanckirina perestgeha Xatûn Zeyneb li Şamê ji aliyê wî parêzgarî ve hatibû birêvebirin û organîzekirin.