Sanda Bilind a Amerîkî pistevaniya xwe bo Kurdistanê û Pêsmerge dubare kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Hezîranê pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul kir.
Di civîna ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane jî amade bû de, Dana Stroul silav û rêzên Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re anîn û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dubare kir.
Di hevdîtinê de li ser pêşveçûnên çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û pêngav û rêkarên bicihanîna yadaşta hevtêgihiştina navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê hat axaftin.
Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê got ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, wê piştgiriya hêzên Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên terorê, bi taybetî DAIŞê dewam bikin heta ku jê piştrast bibin rêxistina terorê dubare xwe birêxistin neke.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di civînê de spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo piştgiriyên Amerîkayê nîşan da û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Amerîkayê dubare kir.
Li aliyê den rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û bidawîanîna pêla dagirkirina zeviyê cotkarên Kurd û Tirkmen li sînorê Kerkûkê jî beşeke din a civînê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin