Sanda ENKSê li Tirkiyê bi nûnerên NY û Holandî re civiya
PeyamaKurd – Şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û balyozê Holandayê Gerard Steeghs û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyê li Tirkiyê hevdîtinek pêk anîn.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, krîza Sûriyê û rewşa Kurdan hatiye axaftin û ligel rewşa dawî ya li herêmê pirsgirêkên Kurd rûbirû ne hatine gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya hatiye dayîn, di civînê de ENKSê li ser hewlên xwe rawestiyaye û xwestiye di hevdîtinên Cenevê de misogeriya siyasî û yasayî bo Kurdên Sûriyê bê wergirtin.
Gerard Steeghs kêfxweşiya xwe bo hevdîtina ENKSê nîşan da û diyar kir ku ew dê hemû hurgiliyên derbarê çareserkirina krîza Sûriyê û rewşa Kurdan de bigihîne karbidestên welatê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin