Sanda Tirkiyê ji bo krîza Idlibê diçe Rûsyayê
PeyamaKurd – Şandeke Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina rewşa Îdlibê serdana Moskowê dike.
Hat ragihandin ku şanda Tirkiyê îro 17ê Sibatê serdana Moskowê dike û wê bi berpirsên Rûsya re rewşa Îdlibê û pêşveçûnên rejîma Sûriyê li wê deverê gotûbêje bike.
Hefteyek berê jî şandeke Rûsî li Enqerê bi heman mijara krîza Idlibê bi rayedarên Tirkiyê re civiyabû, lê ti encam jê derneketibû.
Tirkiye bi taybet piştî kuştina 13 leşkerên xwe ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve, ketiye nav liv û tevgereke leşkerî ku gefa şerê rejîmê dixwe û rejîm bixwe jî ji Rûsya û Îranê piştgiriya xwe distîne.
Rûsya û Îran ji Tirkiyê daxwaz dikin, li gorî peymanên Soçî û Astanayê tevbigere û rêzê li serweriya Sûriyê bigire û komên terorîst ji herêma Idlibê derxe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin