Sandeke Belçîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û welatiyên xwe yên DAISî wergirtin
PeyamaKurd - Şandeke rêveberiya Belçîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Berpirsê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilkerîm Omer re civiya û welatiyên xwe yên malbatên DAIŞê wergirtin.
Şanda Belçîkî ya bi serokatiya berpirsê dosyaya Sûrî û nûnerê Wezareta Derve Erik Di Monik pêk dihat bi rêveberiya Rojava re pêvajoya siyasî, girtina deriyê Til Koçer, qutkirina ava li ser Hesekê, binpêkirinên li herêmê û mijarên din gotûbêj kirin.
Erik Di Monik di serdanê de got, Hikûmeta Belçîka rola HSDê di têkbirina terorê de nas dike û li ser rewşa malbat û zarokên DAIŞê yên li kampan de fikarên wan hene.
Di Monik diyar kir, Hiûmeta Belçîka ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo herêmê û piştgiriya têkoşîna dijî terorê di nava hewldanan de ye.
Piştî civînê hejmarek zarok û jinên Belçîkî yên malbatên DAIŞî radestî şandê hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin