Sandeke PDKê bi YNKê re proseya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê ye û wê bi berpirsên YNKê re hevdîtinan pêk bîne.
Şanda PDKê ya bi serokatiya sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî li bajarê Silêmaniyê serdana polîtburoya YNKê dike û wê bi berpirsên YNKê re li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û yekrêziya aliyên Kurdistanî hevdîtinan bike.
Di şanda PDKê Fazil Mîranî, Ceifer Emînkî, Arif Teyfûr, Rêbwar Yelda, Xesrew Goran û Elî Husên cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin