Saredarê ku ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin derbasî AK Partiyê bû

14 August 2024 18:06 0 dîtin
Saredarê ku ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin derbasî AK Partiyê bû

PeyamaKurd – Şaredarê navçeya Bêracûk a Riha ya Bakurê Kurdistanê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin jî di nav de 13 serokên şaredariyên navçeyên Tirkiyê derbasî AK Partiyê bûn.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, di bernameya 23yemîn salvegera damezrandina AK Partiyê de, rozetê partiyê bi 2 Parlamenter û 13 serokên Şaredariyan ên partiyên din û serbixwe ku derbasî AK Partiyê bûne ve kir.

Yek ji parlamenterê derbasî AK Partiyê bûye Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Seyîthan Îşsîz e ku piştî hilbijartinan ji partiya xwe îstîfa kiribû.

Parlamenterê din jî Ahmet Ersagun Yucel e ku di hilbijartinên sala borî de ji lîsteya CHPê wekî Parlamenterê ÎYÎ Partiyê hatibû hilbijartin lê piştre wî jî îstîfa kiribû û bibû parlamenterê serbixwe.

Serokê Şaredariya navçeya Bêracûkê ya Rihayê Mehmet Begît ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin û mehek piştî hilbijartinê  îstîfa kiribû jî derbasî AK Partiyê bû. Erdogan rozeta AK Partiyê bi Mehmet Begît ve kir.