Saredarê Hatayê Lütfü Savas: 700 hezar kes bajêr terkkirin
PeyamaKurd – Şaredarê şaredariya mezin yê bajarê Hayatê Lütfü Savaş di weşana zindî de ragihand ku 700 hezar kes bajarê Hatayê terkkirine û divê ji Hatayê re xwedî derên. Savaş got:
“1,7 milyon nûfûsa Hatayê ye û 650-700 hezar kes terka bajêr kirine. Pêwsite em van mirovan paşde bînin. Divê herkes ji Hatayê re xwedî derê. Ev mijareka netewiye. Mijara herkesê ku ji welatê xwe hezdike ye.”
Şaredar Savaş çend roj berê li ser mijara firotina erd li Hatayê gotibû ku erdê xwe nefroşin û weha dewam kiribû:
“Dîroka Hatayê diçe heya 43 hezar sal berê. Genimê ewilî li vir hatiye çandin, zeytûnên ewilî li vir danîne ser sifrê. Hîpodrûma yekem li ve derê ava bûye û gelek tiştên weka van. Gelek pêkhate li vê derê dijîn. Hatay navenda bazirganiyê ye. Em behsa wetenê Derya Sipî ya Rojhilat û wetenê şîn dikin. Xeta enerjiyê di Îskenderûnê de derbas dibe. Hatay emaneta Mustafa Kemal Ataturk e. Eger ji destê me here wê gelek tişt ji destê me herin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin