Saredarê Tirk sewqeyên hilbijartinên Iraqê yên 'Hevpeymanîya Kurdistanî' sewitandin

16 September 2021 14:21 0 dîtin
Saredarê Tirk sewqeyên hilbijartinên Iraqê yên 'Hevpeymanîya Kurdistanî' sewitandin

PeyamaKurd – Li bajarê Trabzon navçeya Şalpazar a Tirkiyê bûyereke sosret a nijadperestî rû da ku şaredarê Şalpazarê ligel tîmeke xwe bi ser kargeheke tekstîlê de girt bi sedema ku şewqeyên navê Kurdistanê li ser heye hatine çêkirin.

Şaredarê Şalpazarê Refîk Kûrûkiz ligel tîmên şaredariyê bi ser kargeha tekstîlê de girt û şewqeyên li ser siparîşa Hevpeymana Kurdistanî ya YNK û Tevgera Goran ji bo hilbijartinên Iraqê hatibûn çêkirin şewitandin.

Xwediyê kargerhê Omer Ozdemîr piştî vê bûyera nijadperestî gotiye, şaredar Kûrûkiz ji ber hilberîna şewqeyên navborî bi ser kargeha wî de girtiye û şewqeyên hilberandine kom kiriye û piştre şewitandiye.

Xwediyê kargehê daye zanîn ku ew di nav şert û mercên qanûnî de hilberîna xwe dikin û diyar kiriye: "Ji me hat xwestin ku em kelûpelên ku dê di proseya hilbijartinên Iraqê de werin bikaranîn çêbikin. Me di çaroveya qanûnî de dest bi hilberînê kiribû. Ev hilberandin ne tenê derfetên kar dide hemwelatiyên me yên ku li herêmê dijîn, di heman demê de sûdê dide dewleta me jî." 

Ozdemîr gotiye, ew rûbirûyî lînçkirinê bûne û jiyana wan ne di ewlehiyê de ye.