Saredariya Batmanê ji bo "Bê xêr hatin" lêborînê xwest

05 September 2024 13:17 0 dîtin
Saredariya Batmanê ji bo "Bê xêr hatin" lêborînê xwest

PeyamaKurd - Şaredariya Batmanê piştî ku tabelaya bi xêrhatina têketina bajêr a bi Kurdî, bi nivîseke şaş daleqand lêborînê xwest.

Şaredariya Batmanê tabelaya ku di dema qeyûm de li têketina bajêr hatibû daleqandin, guhert û li ser tabelaya nû cih da Kurdî jî.

Lê belê li şûna ku li ser tabelayê “Hûn bi xêr hatin” bê nivîsandin, şaşiyek hat kirin û “Hûn bê xer hatin” hat nivîsandin.

Ev mijar li ser medyaya civakî jî bû rojev û gelek kesan bertek nîşan da.

Şaredariyê Batmanê di derbarê vê şaşiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku kompaniya reklamê ya ku kar wergirtiye ew şaşî kiriye.

Şaredariyê herwiha lêborîna xwe xwest û da zanîn ku di derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

“Ji ber şaşitiyeke teknîkî tîpek şaş hatiye nivîsandin”

Di daxuyaniya lêborînê ya Şaredariya Batmanê de wiha hate gotin:

“Nivîsên ‘HÛN BI XÊR HATIN’ û ‘OXIR BE’ yên bi armanca ku li têketin û derketina bajêr werin daleqandin bi rêya fîrmayeke reklamê hatibûn amadekirin.

Lê ji ber şaşitiyeke teknîkî ya fîrmayê, tîpek şaş hatiye nivîsandin.

Gotina ku dê were nivîsandin di şertnameya teknîkî de rast hatibû nivîsandin.

Lê hatiye tesbîtkirin ku ji aliyê fîrmaya reklamê ve li şûna ‘HÛN BI XÊR HATIN’, ‘HÛN BÊ XER HATIN’ hatiye nivîsandin.

Welatiyên hestyar li rewşê şikdar bûne û wan Şaredariya Batmanê jê agahdar kiriye.

Şaredariya Batmanê ji bo ka ev şaşî bi qestî hatiye kirin an na lêpirsînê da destpêkirin.

Her wiha nivîsa şaş demildest hatiye rakirin û ji bo nivîs rast bê nivîsandin Gerînendetiya Etût û Projeyan a Şaredariya Batmanê xebat daye destpêkirin.

Em ji ber vê şaşiya teknîkî ji mêvanên me yên ku serdana bajarê me dikin û ji gelê xwe lêborîna xwe dixwazin.”