Sarq El Awsat: Tirkiye û Sûriye li Moskovayê hevdîtinekî bi dizî kirin
PeyamaKurd – Serokê Îstîxbarata Tirkiyê Hakan Fidan û serokê Îstîxbarata Sûriyê tumgeneral Alî Memluk li Moskovayê hevdîtinekî kirin. Çapemeniya Ereb ragihand ku ji bo têkiliyên her dû dewletan normal bibin ji hev re daxwazên hev gotin. Li gor çapemeniya Ereb dibêje; serokê Rûsyayê Putin di meha temmûzê de ji bo Hakan Fidan û Alî Memluk li Moskovayê hevdîtin bikin, serokê Tirkiyê Erdoğan û serokê Sûriyê Esed razî kiriye.
Fidan û Memluk, bi tevlîbûna wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re, gelek caran hevdîtinên ewlehiyê kirine. Li gor tê gotin Fidan û Memluk daxwazên xwe ji hev re gotine. Li ser mijarê rojnama Şarq el Awsetê daxwazên her dû terefan weha ragihandiye.
Daxwazên Sûriyê:
Daxwaza sereke ya Sûriyê ew e ku Tirkiye rêz li hukumranî û yekîtiya axa Sûriyê bigre û ji bo artêşa Tirkiyê ji ser axa Sûriyê vekişe teqwîmekî bide Sûriyê. Tirkiye destekê nede grûbên muxalifên Sûriyê, Idlib a ku ji sala 2015 an de di bin destê Tirkiye de paşde bide, kontrola deriyê Bal El Hewayê teslîmê Sûriyê bike.
Terefê Sûriyê her weha dixwaze sînorê ji Derya Sipî destpêdike heya sînorê Iraqê ku ji aliyê HSD ê de û muxalifên Sûriyê de tê kontrol kirin, rêya M4 ê car din ji bo çûnûhatê vekin, destekê bide Sûriyê ku dorpêçên navdewletî ji ser Sûriyê rabin, destekê bide ku Sûriye dagere nav Yekîtiya Ereb, alîkariyê bike da Sûriye ku ji nûh de bê avakirin û alîkariyê bide ji bo petrol û xaza li rojhilatê Firatê kontrola Sûriyê çêbibe.
Daxwazên Tirkiyê :
Tirkiye ji Şamê xwestiye ku li hemberê baskê PKK ê Şam tewrekî ciddî nîşan bide, grûbên ku Tirkiye destekê dide wan bi wan re muzakere bêkirin, li Helebê û hinek deverên din herêmeka ewlehiyê ya bi 30 km yan bê avakirin, dagera koçberên Sûriyê hêsan bikin, destekê bide çêkirina destûra Sûriyê û hêsan bike.
Li gor ragihandinê; Îran jî hewl da bikeve navbera hevdîtina Tirkiyê û Sûriyê lê Moskova û hinek derdorên Şamê nehiştine.
Tê gotin ku Rûsya misyona xwe ya navbeynkariyê dewam dike. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Sûriyê bi Faysal Miqdad re de gotiye ku wê rewşa Moskovayê di mijarê de dewam bike. Li got tê gotin Miqdat li rola Hakan Fidan bi guman nêriye.
Rûsya bawer dike ku herî kêm plana Tirkiyê ya operasyona ser Sûriyê daye rawestandin û serpereştiya her dû dewletan nerm kiriye. Li gor Rûsyayê; vekişîna artêşa Tirkiyê ne pirsgirêkê lê niha Tirkiye û Sûriye divê li ser rêvebiriya xweser rawestin û li hemberê wan têbikoşin.
Li gor hinek analîstan eger lihevhatina Tirkiyê û Sûriyê 2 an 3 sal dewam bike, dibe ku Sûriye perçe bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin