Saxewan Abdûllah: Li Kerkûkê pirsgirêka cotyarên Kurd çareser bû
PeyamaKurd – Cîgirê serokê parlementoya Iraqê û hem parlementerê grûba PDKê Şaxewan Abdûllah ragihand ku li bajarê Kerkûkê li nahiya Sergerenê pirsgirêka cotyaran çareser bûye û dikarin ji îro û pê de dest bi çinîna çandiniya xwe bikin.
Li bajarê Kerkûkê li nahiya Sergeranê li 5 gundan, ew Erebên ku ji deverên cuda yên Iraqê biribûn li wê derê bicîh kiribûn, nedihiştin ku cotyarên Kurd çandiniya xwe bikin.
Şaxewan Abdûllah, li ser mijarê bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani û fermandariya operasyonên Bexdayê re di encama hevdîtinê de mijarê çareser dike.
5 gundên bi ser Sergeranê yên Pelkan, Şenax, Serbeşax û Xerabe nikaribûn çandiniya xwe rakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin