Saxewan Ebdullah: DEAS 50 km nêzî Kerkûkê ye

03 January 2020 02:14 0 dîtin
Saxewan Ebdullah: DEAS 50 km nêzî Kerkûkê ye

PeyamaKurd- Li başûrê Kurdistanê, Endamê Komîteya Normalkirina Rewşa Navçeyên Kurdistanî yên Madeya 140 Şaxewan Ebdulah bo malpera KDP.info yê ragihand ku DEAŞ 50 km nêzî bajarê Kerkûkê ye û asayîşa Iraqê nikare ber li wan bigre. Şaxewan Ebdullah weha got:

“Piştî bûyera 16 ê cotmeha 2017an DEAŞ xwe li navçeyên Kurdistanî yên ku ne di nav rêvebiriya herêma Kuırdistanê de ne, xwe bi hêz kiriye û tevgerên wan her diçe zêde dibin, karê terorîstî dikin. Ji wê demê heya niha DEAŞ ji 30 km yan heya 50 km yan ber bi Kerkûkê de hatine. Berê ji tirsa Pêşmerge newêribûn xwe nêzî navçeyên Kurdistanî bikirina.”

Ebdullah di dewama axaftina xwe de dibêje ku DEAŞ li navçeynên Xurmatû û Xaneqînê bi hêz kiriye. Ebdulah wiha dewam dike:

“Herwiha li navçeyên Xurmatû û Xaneqîn û navçeyên din jî DAIŞ pir bihêz bûye û berdewam karên terorîstî dike, û hêzên asayîşa Iraqê û Haşdî Şa’bî nikarin navçeyan biparêzin.

Şaxewan Ebdullah dibêje ku hêzên Kerkûkê şikestine û nikarin navçeyan biparêzin. Divê Pêşmerge dagerin Kerkûkê.