Saziyên Îstixbarata Amerîkayê hisyarî dan û plana DAISê eskere kirin

07 April 2024 10:12 0 dîtin
Saziyên Îstixbarata Amerîkayê hisyarî dan û plana DAISê eskere kirin

PeyamaKurd – Saziyên Îstixbaratê hişyarî dan ku çalakiyên DAIŞê li Sûriyê zêde bûne û ji sala 2017an ve jî bi taybet meha Adara borî li çoltera Sûriyê rewşa herî tund bûye.

Li gorî daneyên Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê hejmara çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nêzîkî 2500 çekdar in ku ev jî du qatan ji texmînên dawiya sala borî zêdetir e.

Navenda Projeya Rûbirûbûna Tundrewiyê destpêka vê hefteyê dabû xuyakirin, DAIŞê ji destpêka îsal ve herî kêm 69 êrîş li naverasta Sûriyeyê pêk anîne û di encamê de 84 leşkerên artêşa Sûriyê û 44 sivîl hatine kuştin.

Hate diyarkirin, piraniya êrîşan li herêmên beyabanê ku dikevin navenda Sûriyeyê, hatin kirin.

Navenda Projeya Rûbirûbûna Tundrewiyê, di meha Adara îsal de, DAIŞê herî zêde li navenda Sûriyê çalakî pêk anîne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî eşkere kir, DAIŞê di meha Adarê de 27 êrîş, di meha Sibatê de jî 26 û di meha Çile de jî 16 êrîş pêk anîne.

Alîkarê Enstîtuya Berevaniya Demokrasiyê ya bingeha li Washingtonê Bill Roggio dibêje, piştî jidestdana deverên xwe yên sereke, DAIŞ hewl dide hebûna xwe bi rêya şaneyên razayî biparêze.

Roggio da zanîn, DAIŞ têk neçûye, bi taybetî piştî lawazbûna hevahengiya Rûsiya û Amerîka li Sûriyeyê derbarê gefên DAIŞê de, metirsiya wê rêxistinê zêde bûye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî doh 6ê Nîsanê ragihand, wan bi hevkariya hêzên ewlekariya Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 3 mehan de 94 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê pêk anîne.