Saziya DOGE ya bi seroktiya Elon Musk peyameke balkês jî karmendên Amerîkî re sand: Bêbersivhistin tê wateya îstifayê!

23 February 2025 15:43 0 dîtin
Saziya DOGE ya bi seroktiya Elon Musk peyameke balkês jî karmendên Amerîkî re sand: Bêbersivhistin tê wateya îstifayê!

PeyamaKurd – Saziya Berhemdariya Hikûmetê ya Amerîkî (DOGE) ku sermayedar û karsaz Elon Musk seroktiya wê dike, e-nameyên bi naveroka "We hefteya borî çi kir?" ji karmendên hikûmeta federal re şand.

Musk ragihandibû, "Wê hemû karmendên federal di demeke kurt de e-nameyekê wergirin ku ji wan tê xwestin ka wan hefteya borî çi kiriye. Bêbersivhiştin dê wek îstifa were qebûlkirin."

Rêveberiya Serok Donald Trump li Amerîkayê, li ser sererastkirina hikûmeta federal berdewam e. Rêveberiya Elon Musk, ku ji aliyê Trump ve wek serokê Daîreya Berhemdariya Hikûmetê (DOGE) hatiye tayînkirin, e-name ji karmendên federal re şandin da ku ew kar û xebatên xwe yên kar ên hefteya borî bi hûrgilî binivîsin.

Di peyama ku ji navnîşana çavkaniyên mirovî ya Ofîsa Rêveberiya Personelê hatiye şandin de, ji karmendan re heya sibê saet 23:59ê wext hatiye dayîn.

Musk jî di hesabê xwe yê medya civakî de ragihand, "Hemû karmendên federal dê di demeke kurt de e-nameyekê wergirin ku ji wan tê xwestin ka wan hefteya borî çi kiriye. Bêbersivhiştin dê wek îstifa were qebûlkirin."