Scholz îstifaya Wezîra Parastinê Christine Lambrecht qebûl kir

16 January 2023 22:05 0 dîtin
Scholz îstifaya Wezîra Parastinê Christine Lambrecht qebûl kir

PeyamaKurd Serokwezîra Almanyayê Olaf Scholz îstifaya Wezîra Parastinê Christine Lambrecht qebûl kir.

Cîgira Berdevka Hikûmeta Almanyayê Christiane Hoffmann ku li paytext Berlînê daxuyaniyek da çapemeniyê, daxwaza Lambrecht a ji wezîfeya xwe vekişîne nirxand.

Hoffmann diyar kir, Serokwezîr Scholz spasiya Lambrecht kir ku wek Wezîrê Parastinê yê di vê dema dijwar de xebatên baş kiriye û wiha got: "Serokwezîr rêzê li biryara Lambrecht digire."

Di daxuyaniya xwe de Berdevkê Hikûmetê tekezî li ser wê yekê kir ku Serokwezîr Scholz wê di demek nêzîk de ji bo tayînkirina nû ji bo vê postê pêşniyarekê pêşkêşî Serokomar bike.

Li ser pirsa gelo Scholz îstifa qebûl kiriye yan na, Hoffmann bersiva "erê" da û eşkere kir, ji bo rêzgirtina biryara wezîr, bi îhtîmaleke mezin biryara wî ya li ser cîgirê wî, wê îro neyê eşkerekirin.

Rojnameya Frankfurt Allgemeine Zeitung jî îddîa kir, navê ku weke wezîrê parastinê yê Scholz bê tayînkirin, wê sibe bê eşkerekirin.