Sê welatiyên Kurd di xwepêsandanên bajarê Bokanê hatin kustin
PeyamaKurd – Sê welatiyên Kurd yên bi navên “Mistefa Şe`ibanî”, “Mîlad Me`irûfî” û “Saman Qadirbêgî” di xwepêşandanên bajarê Bokanê de ji ber guleyên rasterast yên hêzên Îranê can dan.
Li gor zanyariyan, do Înê Mîlad Me`irûfî ku temenê wî 23ê bû, roja Pênçşemê bi birîndar bibû û di nexweşxaneyê de can da.
Hat zanîn ku merasîma biaxspartina Mîlad Me`irûfî, bi amadebûna girseyeke zêde û bi avêtina slogana “Ey şehîdan” û siloganên nerazîbûnê li goristana “Koste” a wî bajarî hat lidarxistin.
Roja Pênçşemê, Mistefa Şe`ibanî bi teqeya rasterast ya hêzên Îranê di xwepêşandanan de can dabû, mixabin navbirî kêm endam jî bûye.
Herwiha şeva Sêşemê, Saman Qadirbêgî ku temenê wî 33 bû, bi sedema teqeya raserast ya hêzên Îranê can dabû û hêzên Îranê meytê wî şandibûn bajarê Urmiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin