Sedir: Tirkiye bi awayekî “ne rewa û bê hincet” axa Iraqê bombebaran dike
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di derbarê operasyona Tirkiye de axivî û diyar kir, Tirkiye bi awayekî “ne rewa û bê hincet” axa Iraqê bombebaran dike.
Muqteda Sedir li ser bombebarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tweetek belav kir û da zanîn: “Tirkiyeya cîran bi awayekî ne rewa û bê hincet axa Iraqê bombebaran kir, eger ji nav axa Iraqê metirsiyek li ser heye, divê ligel hikûmeta Iraqê hevahengiyê bike bo bidawîanîna wê metirsiyê û ew şiyana hêzên emnî yên Iraqê heye.”
Muqteda Sedir eşkere kir, eger ew bombebarana Tirkiyê dubare bibe, bê deng nabin û Iraq rê nade destdirêjiya ser xwe û têkdana rewşa emnî, wek çawa rê nade destdirêjî bo ser Tirkiyê jî bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin