Sedr: Êrîsa li Hewlêrê û êrîsên Tirkiyê yên li Sengalê ji bo rêlibergirtina serdana Papa ye
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, bi peyamekê diyar dike, êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê û êrîşên Tirkiyê yên li Şengalê, ji bo rêlibergirtina serdana Papayê Vatîkanê ye bo Iraqê.
Muqteda Sedr, li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Êrîşa bê hincet a ser Hewlêrê û tiştên li Şengalê rû dide, ligel dorpêça balafirgehên başûrê Iraqê, destpêkek e ji bo paşxistina serdana Papayê Vatîkanê bo Iraqê, an paşxistina hilbijartinên pêşwext e.”
Herwiha Sedr destnîşan kir, ew tu car destwerdana derekî di hilbijartinan de qebûl nakin.
Biryar e di destpêka meha bê de Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.
Li gor bernameya ragihandî, Papa Franciscus roja 5ê Adara 2021ê digihîje Bexdayê. Piştre dê serdana Necefê bike û ligel Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî bicive.
Papayê Vatîkanê roja 7ê Adarê dê serdana Hewlêrê bike û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê dê ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê û kesayetên olî ve were pêşwazîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin