Seferên rasterast ên navbera Bexda û Êrîvanê dest pê kirin

23 April 2023 15:31 0 dîtin
Seferên rasterast ên navbera Bexda û Êrîvanê dest pê kirin

PeyamaKurd – Di navbera Iraq û Ermenistanê de, seferên asmanî yên rasterast dest pê kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf bi daxuyaniyekê ragihand ku seferên dualî di navbera Bexda û Êrîvanê de dest pê kirine û bal kişand ser pêwendiyên herdu welatan.

Ehmed Sahaf da zanîn ku bi hewldanên Balyozxaneya Iraqê ya Ermenistanê, Rêhewaya Ermenistanê Fly Arnayê dest bi seferên Bexdayê kiriye.

Hat diyarkirin ku seferên navbera Bexda-Êrîvanê rasterast in û dê hefteyê du caran ew sefer bên kirin.