Sefîn Dizeyî: Hewlêr û Bexda hewl didin li hev bikin

02 October 2019 12:58 0 dîtin
Sefîn Dizeyî: Hewlêr û Bexda hewl didin li hev bikin

PeyamaKurd- Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand, Bexda û Hewlêr hewl didin, di çend heftiyên bê de li ser bûdceya 2020an a Iraqê bigihin rêkeftinê.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî diyar kir, ku danûstendineke baş di hemû waran de, di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.

Sefîn Dizeyî da xuyakirin, ku mijarên petrol, navçeyên Kurdistanî û bûdceyê gelekî girîng û serekî ne, û bi civînekê yan duyan çareser nabin. Dizeyî herwiha bal kişande ser wê yekê, ku hikûmeta Adil Ebdulmehdî dixwaze pirsgirêkan çareser bike.

Biryar e heftiya bê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, û pirsa pirojeyasaya bûdceya sala 2020an, dê mijara serekî ya gotûbêjên navbera rayedarên Hewlêr û Bexdayê be.

Di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de çendîn dosyeyên giring hene, ku nehatine çareserkirin, ku dosyeya petrolê, pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê û çarenivîsa navçeyên Kurdistanî yên ku her du alî li ser nakok in, ji giringtirînên wan dosyeyan in.