Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîl û Hamasê kir: Li ser agirbestê li hev bikin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres derbarê krîza însanî ya ku li Şerîda Xezzeyê didome de daxuyanî da.
Guterres bang li Îsraîl û Hamasê kir ku li ser agirbestê li hev bikin û got, "Eger ev yek neyê kirin, ez ditirsim ku şer qat bi qat girantir bibe û bi hemû encamên wê re hem li Xezzeyê hem jî li seranserê herêmê."
Guterres diyar kir ku Îsraîlê di hefteyên dawî de li herêma Refahê ya li Şerîda Xezzeyê êrîşên hewayî pêk anîne û wiha got:
"Êrîşek leşkerî li ser Refahê wê bibe sedema mirina bi hezaran sivîl û bi sed hezaran kesên din jî neçarî koçberiyê bibin. Ev yek dê bandoreke wêranker li ser Filistîniyên li Xezzeyê bike û bandorên cidî li ser Şerîeya Rojava ya dagirkirî û herêma berfireh bike. Hemû endamên Encumena Ewlekariyê û gelek hikûmetên din bi eşkereyî nerazîbûna xwe li hember operasyoneke wiha ragihandine. Ez bang li her kesê ku bandora xwe li ser Îsraîlê heye dikim ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê her tiştî bikin."
"Ez careke din bang li rayedarên Îsraîlê dikim"
Guterres diyar kir ku 1,2 milyon Filistîniyên ku ji ber erîşên Îsraîlê reviyan xwe spartin Refahê û wiha got, "Ji bo xwarina wan hindik e, hema hema nikaribin bigîhin xizmeta pizişki û ti cihekî ewledar tuneye."
Guterres diyar kir ku rêya herî bibandor a gihandina alîkariyên mirovî ji bo Şerîda Xezzeyê rêya rê ye.
"Ez careke din bang li rayedarên Îsraîlî dikim ku UNRWA jî di nav de, rê bidin gihandina bi ewle, bi lez û bê astengî ji bo Xezzeyê ji hêla alîkariyên mirovî û xebatkarên mirovî ve."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin