Sekreterê Hizbullahê Hisyariyê Dide: Ger li Basûr Xwîn Birije, Dê li Seranserê Lubnanê Belav bibe

11 November 2025 19:44 0 dîtin
Sekreterê Hizbullahê Hisyariyê Dide: Ger li Basûr Xwîn Birije, Dê li Seranserê Lubnanê Belav bibe

PeyamaKurd – Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê, Şêx Naîm Qasim, di daxuyaniyeke tund de ragihand ku berî her diyalogeke navxweyî, divê desthilatdariya dewleta Lubnanê li seranserê welêt bê saxlem kirin û artêş erkê xwe yê parastina serweriya neteweyî û bidawîanîna binpêkirinên Îsraîlê bi cih bîne.

Qasim tekez kir ku piştî cîbicîkirina peymana (agirbestê), "hemû rê dê ji bo diyalogeke navxweyî ya erênî û hevkar li ser bingeha hêz û serxwebûna Lubnanê vekirî bin." Wî êrîşên dubare û binpêkirinên rojane yên Îsraîlê wekî "êrîşeke sûcdar" a berdewam bi nav kir ku li seranserê Lubnanê bûye sedema mirin û wêraniyê.

Di bersiva bangên ji bo bêçekkirina Hizbullahê de, Qasim ev daxwaz wekî hewldanên ji bo "ji holê rakirina" rêxistinê red kir. Wî her wiha hin kesayetên siyasî yên navxweyî bi "xizmetkirina Îsraîlê" û "hevkariya bi zextên derve re" tawanbar kir, ji ber ku ew kiryarên Îsraîlê şermezar nakin.

Cîgirê Serokê Hizbullahê hişyarî da ku êrîşên berdewam ên Îsraîlê û zextên navneteweyî yên ku piştgiriyê didin wan, metirsiya berfirehbûna şer zêde dikin. Wî bang li hikûmeta Lubnanê kir ku ji bo vegerandina serweriya tam û rawestandina li hember fermanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bernameyeke zelal deyne.

Di dawiya axaftina xwe de, Şêx Naîm Qasim bi gotineke hişyarî dawî li daxuyaniya xwe anî: "Ger başûr berdewam bike bi xwînrijandinê, xwînrijandin dê li seranserê Lubnanê belav bibe."