Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî pistî 6 salan yekem car serdana Iraqê kir
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di serdana xwe ya yekem a piştî 6 salan de bo Iraqê de got, "Iraqî wê hemû zehmetiyên siyasî û ewlehiyê derbas bikin".
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiya.
Piştî hevdîtinê Gutteres û Huseyîn li ber kamerayan daxuyaniyek kurt dan.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gutteres got, "Ez kêfxweş im ku serdana Iraqê dikim. Em di wê baweriyê de ne ku Iraqî wê hemû kêşeyên siyasî û ewlehiyê derbas bikin."
Gutteres herwiha pêzanînên xwe jî ji bo hewlên hikûmeta Iraqê ji bo vegerandina Iraqiyên li derve nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Husên kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres bo Iraqê nîşan da û got, "Pêwendiyên me yên bi NY re xurt in. Em ê derfetê bi dest bixin ku li gel Sekreterê Giştî yê NYyê li ser mijarên herêmî û navneteweyî û mijarên navxweyî gotûbêj bikin."
Tê payîn ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gutteres di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Bexdayê de bi Serokkomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî û rayedarên din ên hikûmetê re bicive.
Hat diyarkirin ku têkiliyên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres li Bexdayê wê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Tê çaverêkirin ku Guterres li Hewlêrê di asta bilind de gotûbêjan bike û tê pêşbînîkirin ku di serdana xwe de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pirsgirêka penaberan mijarên sereke bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin