Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Îmaratê pêswaziya Mesrûr Barzanî kirin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Îmaratê li Dubayê pêşwaziya Mesrûr Barzanî kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê 1ê Kanûnê beşdarî merasima vekirina Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) bû ku li Dubayê hat lidarxistin û ji aliyê Serokê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Şêx Muhammed Bin Zayed Al Nahyan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e Serokwezîr Barzanî ligel serkirdeyên cîhanê bicive û bandorên neyînî yên guherîna avhewayê li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên din gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin