Senatorê DYAyî Mark Kelly malavayiyê li Kurdan kir
Senatorê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mark Kelly ji ber di şerê li dijî rêxistina terorîstî DAIŞê de şerekî dijwar meşandine malavayiyê li hêzên Kurd kir.
Mark Kelly di kongreya partiya xwe ya Demokratan a li bajarê Chicagoyê ji Rûdawê re destnîşan kir ku di şerê li dijî DAIŞê de Kurdan gellek alîkariya DYAyê kiriye û spasiya Kurdan kir.
“Em spasiya Kurdan dikin”
Senatorê Amerîkî Mark Kelly wiha axivî: “Ji ber di dema şerê DAIŞê de alîkarî da me, em spasiya Kurdan dikin. Ez beşdarî Şerê Yekem ê Kendavê jî bûm ku Sedam Husên Kuwêt dagir kir. Kuwêt hevpeymaniyeke me bû û me jî Seddam ji Kuwêtê derxist.”
Mark Kelly balê kêşa ser komên çekdar ên li Iraqê ku girêdayî Îranê ne jî û dom kir: “Niha li Iraqê komên çekdar hene ku nunertiya Îranê dikin. Ew kom ji bo hevkarên me û Rojhilata Navîn gef in. Rojhilata Navîn ji bo ewlehiya DYA ya niştimanî xwedî gringiyeke jeosiyasî ye. Rojhilata Navîn ji bo ewlehiya Kurdên li Iraq û hemû herêmê jî gring e.
Senator Kelly di derbarê hilbijartinên serokatiyê de jî got ku "Divê bihê gotin ku di 5ê Mijdarê de, li DYAyê hilbijartinên serokatiyê têne kirin û bi raya min wê namzeda me Kamala Harris bi ser bikeve."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin