Senatoyê destûra Trump a ji bo êrîsa li dijî Venezuelayê erê kir

07 November 2025 14:45 0 dîtin
Senatoyê destûra Trump a ji bo êrîsa li dijî Venezuelayê erê kir

PeyamaKurd – Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşnûmeqanûneke ku dê hewce bikira Serok Donald Trump ji bo êrîşên rasterast ên li ser Venezuelayê erêkirina Kongreyê wergire, red kir. Ev pêşnûme di dengdana ku roja Pêncşemê, 6ê Mijdara 2025an de pêk hat, bi 51 dengên "na" li hember 49 dengên "erê" hat têkbirin.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Senatorê Demokrat Tim Kaine ve hatibû pêşkêşkirin, piştgiriya du Senatorên Komarî, Rand Paul û Lisa Murkowski jî wergirtibû. Armanca sereke ya vê pêngavê ew bû ku rê li ber îhtîmala destpêkirina şerekî li dijî neteweyeke serwer bêyî nîqaş û destûra Kongreyê were girtin.

Senator Kaine di dema gengeşeyan de got, "Divê em bêyî dengdana Kongreyê nekevin şer. Jiyana leşkerên me di xeterê de ye." Wî da zanîn ku rêveberiya Trump derbarê operasyonên leşkerî yên berfireh ên li herêmê de agahiyan bi Kongreyê re par ve nake.

Li hemberî vê yekê, Senatorê Komarî Lindsey Graham, ku wek piştgirekî bihêz ê Trump tê naskirin, diyar kir ku Venezuela di bin serokatiya Nicolas Maduro de "gefa hebûnê" ye û ew wek "dewleteke narko-terorîst" bi nav kir. Graham wiha axivî: "Ez di wê baweriyê de me ku Serok Trump xwedî her cure hêzê ye ku dixwaze bikar bîne ji bo rawestandina wê (gefê)."

Ev dengdan di demekê de pêk tê ku artêşa Amerîkayê li Deryaya Karayîb û nêzîkî Amerîkaya Latîn di bin navê "têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya madeyên hişbir" de operasyonan li dar dixe. Ji meha Îlonê ve, herî kêmî di 17 êrîşan de ku li dijî keştiyên bi gumana barê narkotîkê hatine kirin, nêzîkî 70 kes hatine kuştin.

Rojek beriya dengdanê, di 6ê Mijdara 2025an de, Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, serokên Kongreyê di civîneke nepenî de derbarê operasyonên leşkerî yên li dijî keştiyên ku tê îdiakirin "qaçaxçîtiya narkotîkê dikin" agahdar kiribûn. Piştî civînê, Komarparêz li ser naverokê bêdeng man, lê Demokratan rexne kirin ku rêveberî hincetên qanûnî û agahiyên têrker pêşkêş nake. Gelek Demokrat di wê baweriyê de ne ku ev operasyon ji armanca têkoşîna li dijî narkotîkê wêdetir, wek amadekariyeke ji bo "guhertina rejîmê" li Venezuelayê têne bikaranîn.

Li gorî rojnameya The Wall Street Journalê, rêveberiya Trump li Venezuelayê hin hedefên leşkerî yên potansiyel, di nav de binesaziyên ku bi bazirganiya narkotîkê ve girêdayî ne, destnîşan kirine, lê biryara dawî ya êrîşê hêj nehatiye dayîn.