Serdana Mesrûr Barzanî bû manseta medya Îmaratê…
PeyamaKurd - Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Îmaratê û civîna wî ya bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan re, ji nêzîk ve hate şopandin û bû manşeta medyaya Îmaratê ya îro 18ê Tebaxê.
Rojnameyên Îmaratê di manşetên xwe de gotine: “Di civîna Mesrûr Barzanî û Mihemed bin Zayid Al Nehyan de li ser rewşa herêmê û pêşvebirina pêwendiyan gotûbêj hat kirin.”
Manşeta sereke ya rojnameya El Xelîc a Îmaratê ‘Mihemed bin Zayid pêşvebirina pêwendiyan ligel Barzanî gotûbêj kir’ bû ku ronameyê di dewamê de nivîsandiye:
“Mihemed bin Zayid ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Koşka Şatî ya li Ebû Zebî bi amadebûna Cîgirê Serokê Dewletê û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Dîwana Serokatiyê Şêx Mensûr bin Zayid Al Nehyan, Şahzadeyê Cînişînê Ebû Zebî Şêx Xalid bin Mihemed bin Zayid Al Nehyan û Şêx Hemdan bin Mihemed bin Zayid Al Nehyan û Şêx Mihemed bin Hemed bin Tehnûn Al Nehyan, li ser pêwendiyên Îmarat û Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin û tekezî li girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de kirin.”
Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî bi girîngî behsa gotûbêjên navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Dewleta Îmaratê kir û ragihand: “Di hevdîtina navbera Îmarat û Serokwezîr Mesrûr Barzanî de li Koşka Şatî ya li Ebû Zebî, herdu aliyan di gelek warên cûr bi cûr de gotûbêj kirin.”
Dîsa Rojnameya Îtîhadî ya Îmaratê li ser malpera xwe ji bo serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Îmaratê daye xuyakirin: “Mihemed bin Zayid û Mesrûr Barzanî li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de gotûbêj kirin.”
Herwiha hate gotin: “Her du aliyan danûstandina fikr û ramanan derbarê çend mijarên cihê girîngiya hevbeş de kirin û di gelek warên cûr bi cûr de gotûbêj kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin