Serdema 5emîn a seroktiya Pûtîn dest pê kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, piştî merasîma sondxwarinê li Koşka Kremlînê dest bi 5emîn serdema seroktiya xwe ya Rûsyayê kir.
Di merasîma desbikarbûnê ya Pûtîn de, 2 hezar 600 kesên vexwendî yên ji endamên Meclîsa Federal, Dûma, Endamên Destûra Bingehîn, rojnamevan û hemwelatiyên rûsî beşdarî kirin.
Di merasîma ku di televizyona dewletê de zindî hate weşandin de, Pûtîn spasiya gelê Rûsyayê ew ji nû ve wekî serok hilbijartine.
Pûtîn di axaftina xwe de, bal kişand ser berjewendiyên xelkê Rûsyayê û got, ewlekarî ji her tiştî girîntir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin