Serdest | Rejîma Îranê kolberekî kurd qetil kir!

25 October 2024 13:00 0 dîtin
Serdest | Rejîma Îranê kolberekî kurd qetil kir!

PeyamaKurd – Li çiyayên sînorê bajarê Serdeştê yê bi ser Ûrmiyê ve, kolberê kurd, Îbrahîm Ehmedînecadê ji Mehabadê, dema ku barê xwe hilgirtibû bi guleya rasterast a hêzên yekîneya sînorî yên rejîma komara îslamî ya Îranê ve hatiye kuştin.

Li gorî nûçeyeke ku gihaye Rêxistina Mafên mirov Hengawê, serê vê sibehê (25.11.2024) hêzên yekîneya sînorî yên li sînorê Serdeştê, êrîşî komek kolber kirine ku  Îbrahîm Ehmedîncad jî di nav wan de bûye, di encama vê êrîşê de Ehmednecadad di cih de canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman agahiyên Hengawê, ev kolberê kurd bêyî  ku were hişyarkirin û bi çeka kalaşnîkovê ya hêzên yekîneya sînorî yên rejîma Îranê ve, ji zikê xwe ve hatiye gulebarankirin.

Cenazeya Îbrahîm Ehmedînecad neqlî tipa edlî ya Serdeştê hatiye kirin û ta niha jî radestî malbata wî nehatiye kirin.