Serdozgeriya Enqerê ji bo rakirina parêzbendiya 7 parlamenterên HDPê kete tevgerê
PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, piştî operasyona îro 25ê Îlonê ya binçavkirina bi qasî 20 şaredar, parlamentarên berê û rêveberên HDPê vê carê jî biryar derxist di heman çarçoveya lêpirsîna “bûyerên Kobanî yên sala 2014an” de, ji bo 7 parlamenterên HDPê fezlekeyên rakirina parêzbendiyê werin amadekirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Enqereyê de tê gotin ku dema bûyerê 6-8ê Cotmeha 2014an ango 6 sal berê, hatiye zanîn ku 7 parlamenterên niha yên HDPê jî hebûn û di heman çarçoveya lêpirsînê de ji bo rakirina parêzbendiya wan wê fezleke bên amadekirin.
Serdozgeriyê navê wan parlamenteran eşkere nekir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, dosyeya bûyerên Kobaniyê ji aliyê dadgeheke Tirkiyê ve beriya niha hatibû girtin, lê piştre dîsa bi fermana deshilatdariya siyasî ew dosye hatiye vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin