Serdozgeriyê derbarê Newroza Diyarbekirê de lêpirsîn da destpêkirin
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji bo ahenga Cejna Newrozê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû lidarxistin de, lêpirsîn da destpêkirin.
Hat ragihandin ku serdozgeriyê bi hinceta diruşmên ji bo Abdullah Ocalan li qadê hatine gotin û hinek pankartên hatine vekirin, lêpirsîn daye destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye, duh 21ê Adarê piştî belavbûna girseya beşdarên Newrozê, polîsan destwerdan li ciwanan kiribû û nêzî 200 kes hatibûn binçavkirin ku îro 22yê Adarê danê sibehê jî piştî îfadeyên wan hatin berdan.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin