Serê di navbera Siûdî û Îranê di rê de ye

30 March 2018 18:17 0 dîtin
Serê di navbera Siûdî û Îranê di rê de ye

PeyamaKurd - Prens û Welîehdê nû yê Erebistana Siûdiyê Muhemmed Bin Selman radigihîne ku eger nikaribin xwe ji şerekî muhtemel dûr bixin dê di navbera wan û Îranê de şerekî 10-15 salan bidome derkeve.

 Prens Bin Selman ji bo  Wall Street Journala Amerîkayî axivî û der barê berberiya Siûdiyê û Îranê de nirxandinên giring kirin.

Di dîdarê de Bin Selman wiha axiviye:
"Divê em di wê yekê de bi ser bikevin ku rûbirûbûneke eskerî çênebe. Lê belê bijardeya duyem helber şerê di navbera Îran û Siûdiyê de ye. Ev jî herî kêm dê 10-15 salan bidome."