Serê Rûsya û Ûkraynayê: Pûtîn agahî sitend
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Serfermandarê Giştî Valery Gerasîmov re hevdîtin kir û derbarê rewşa dawî ya şerê Ûkraynayê de agahî sitend.
Pûtîn piştî serdana xwe ya Kazakîstanê, bi şev serdana navenda navçeya Eskerî ya Başûr a li Rostovê kir.
Pûtîn di serdana xwe de bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Serfermandarê Artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov re hevdîtin kir.
Pûtîn derbarê rewşa dawî ya şerê li Ûkraynayê de agahî ji Şoygu û Gerasîmov sitend û wesayîtên leşkerî yên nû jî lêkolîn kirin.
Di daxuyaniya Qesra Kremlînê ya derbarê hevdîtinê de wiha hat gotin: “Vladimîr Pûtîn piştî serdana xwe ya Kazakîstanê çû Rostovê û li navenda Herêma Leşkerî ya Başûr ziyaret kir. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Serfermandarê Giştî Valery Gerasimov û fermandarên din li baregehê bi Pûtîn re bûn. Pûtîn, ku alavên leşkerî yên nû lêkolîn kir, raporek li ser pêşveçûna operasyonên leşkerî yên taybet sitend."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin