Sererkanê artêsa Iraqê plana ewlehiya sînorên Kerkûkê gotûbêj kir

15 September 2022 20:22 0 dîtin
Sererkanê artêsa Iraqê plana ewlehiya sînorên Kerkûkê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Sererkanê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah, îro 15ê Îlonê digel şandeke leşkerî serdana Kerkûkê û hêzên ewlehiya sînorê Kerkûkê kir.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, Ebdulemîr Yarallah plana ewlehiya parêzgeha Kerkûkê ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê ligel hêzên Iraqê gotûbêj kir.

Herwiha hat diyarkirin ku sererkanê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah hejmarek rênima û biryarên nû ji bo hêzên ewlehiyê yên parêzgaha Kerkûkê der kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kerkûk ji ber nemana Pêşmerge rûbirûyî valahiyeke mezin a ewlehiyê bûye ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê jî zêde bûye.