Serfermandarê Îsraîlê: Em amade ne ku êrîsî Lubnanê bikin

05 June 2024 09:58 0 dîtin
Serfermandarê Îsraîlê: Em amade ne ku êrîsî Lubnanê bikin

PeyamaKurd – Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî bal kişand ser rageşiya bi Hizbullahê re ya li ser sînorê Lubnanê û got, "Em nêzî xala ku divê biryar bê dayîn, artêşa Îsraîlê ji bo êrîşê amade ye."

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye dayîn, Halevî li bakurê welêt herêmeke nêzî sînorê Lubnanê ziyaret kir.

Halevî bal kişand ser aloziya li ser sînorê Lubnanê ji 8ê Cotmehê ve û got ku Hizbullah "berdêleke giran da".

Halevî diyar kir ku di rojên dawî de Hîzbullahê êrîşên xwe zêde kirine û got, "Em nêzikî xala ku divê biryar bê dayîn, artêşa Îsraîlê ji bo êrîşê amade ye."

Îsraîl a ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, li ser sînorê bakur jî bi Hizbullaha Lubnanê re şer dike.