Sergey Lavrov: “Welatên Rojava di peymana dexlê de sozên xwe negirtin”

31 August 2023 22:22 0 dîtin
Sergey Lavrov: “Welatên Rojava di peymana dexlê de sozên xwe negirtin”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku di çarçova Korîdora Dexlê de welatên Rojavayî sozên ku dabûn Rûsyayê bi cîh nanîne û got:

“Eger şertên me yên di peyamana dexlê bicîh bînin, em ê dagerin ser peymanê.”

Wezîr Lavrov, di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re axifî. Lavrov got ku bi hakan Fidan re li ser teklîfa serokê Rûsyayê Putin ku gotibû bi desteka Qatarê 1 milyon ton dexl bişînin Tirkiyê û piştî li Tirkiyê dexlê ji hev veqetînin, bişînin welatên ku pêdiviya wan bi dexlê heye, bi taybetî jî welatên Afrîka, axifîne.

Lavrov got ji bo peymana dexlê car din bimeşînin, pêwiste welatên Rojava pêngavan bavêjin û weha dewam kir:

“Her çendîn em xebatên Neteweyên Yekgirtî teqdîr dikin jî soz hene ku welatên Rojava neanîne cîh. Eger şertên peymanê bicîh bînin, em ê dagerin ser peymana berê. Em siyaseta Tirkiyê ya derve bilind di nirxînin. Tevî welatên Rojava hewlen bi guman kirin jî, em siyaseta Tirkiyê teqdîr dikin. Di vê mijarê de em bi erênî, hevparên wek hev û li ser berjewendiyên hevpar dimeşin.

Em dixwazin di mijarên weke enerjî, tûrîzm û çandiniyê de bi şertê ku di navbera her dû dewletan de hecma bazirganiyê zêdetir bikin, bi hev re bixebitin. Tevî Rojavayî astengiyan derdixin jî em karê xwe dewam dikin.

Em amade ne ku amadekariya xazê bikin û weka bingeh sektora enerjiyê ji bo esase û projeyên me yên stratejik yên din jî pêşde diçin.

Me, li ser mijara Ûkraynayê jî danûsitendina kir û teklîfa Zelenski qet nabe ji terefê me de bê qebûlkirin.

Em her weha li ser normalîzekirina têkiliyên navbera Tirkiyê û Sûriyê de axifîn. Ji bo li Kafkasyayê rêyên gihandinê vebin ji bo pêvajoyekî bi îstîqrar divê çi bikin, em li ser wan axifîn.”