Serkirdeyê suniyên Iraqê: ‘Bizanin ku Hosyar Zêbarî serokomarê nû yê Iraqê ye’
PeyamaKurd – Piştî ku Endamê Polîtburoya PDKê namzediya xwe ya bo serokomariya Iraqê bi fermî ragihand, Zêbarî wekî berbijêrê herî xurt ê posta serokomariyê tê dîtin.
Serkirdeyekî erebê sunî yê Iraqî Mişan Cibûrî li ser namzediya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serkomariya Iraqê got ku wisa bizanin Hoşyar Zêbarî bûye serkomarê Iraqê.
Mişan Cibûrî li ser hesabê xwe yê twîtterê got, tevahiya endamên tifaqa Sedir û tifaqa Teqedum û PDK dê dengên xwe bidin Hoşyar Zêbarî.
Cibûrî daye zanîn ku ew ê dengê xwe bide Hoşyar Zêbarî û daye xuyakirin, ew gelekî piştrast e ku Hoşyar Zêbarî dê bibe serkomarê Iraqê û hema wisa bizanin ku ew bûye serkomar jî.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî doh 12ê Çileyê 2022yan bi fermî xwe kiribû berbijêrê serkomariya Iraqê ku ew post ji sala 2003yan ve mafê kurdan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin