Serok Barzanî: Aliyên Iraqê careke din ji pist ve xencer li Gelê Kurdistanê dan
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî derbarê pesendkirina projeyasaya deynên navxwe ya Iraqê ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi biryara parlamentoya Iraqê hat qutkirin peyamek belav kir.
Serok Barzanî got, careke din aliyên siyasî yên Iraqê ji pişt ve xencer li gelê Kurdistanê dan.
Peyama Serok Barzanî li ser biryara Parlamentoya Iraqê:
"Gelek mixabin careke din aliyên siyasiyên Iraqê bi şîe û sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencerê li pişta gelê Kurdistanê dan û budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bikaranîn.
Eve di demek daye ku di dema derbasbûyî de çendîn car rêkeftin li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatiye îmza kirin, lê belê rêkeftin nehatine bi cîhkirin. Em wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê ku bi bêyî ber çavgirtina bingehên hevbeşî û rêkeftinan derxistiye, bi babeteke siyasî û ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê û sizadana xelkê Kurdistanê dibînîn ku berevajiya bingehên hevbeşî û li hevkirin û hevsengiya di navbera pêkhatên Iraqe û cûreyeke ji tengavkirin û şerfiroşiyê. Derket jî ku wan pêşwext biryara xwe ya li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê daye û herdem bi wê lojîkê muamele li gel destûr û rêkeftinan û maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê dikin.
Li vir da pêzanînên min ji bo yekdengiya Nûnerên Kurdistanê li Bexda heye ku bi helwesteke hevbeş dijî wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê rawestan û ew helwesta wan cihê spasî û destxweşiye. Daxwazê ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Parlementoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku li gel Nûnerên Kurdistanê li Bexda û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, pêkve li ser vê babetê kombibin û bigihin biryareke hevbeş. Biryarek bidin ku li asta berpirsiyariyê bê ji bo çareserkirina kêşeyan û li heman demê de jî kerameta mîlletê me bêparastin û tixûbek ji bo wan reftaran deynin ku mebesta wan sizadana gelê Kurdistanê ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin