Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê re qonaxa pistî hilbijartinan gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Brayson û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, birêveçûna hilbijatinên Encûmena Nûneran û qonaxa piştî hilbijartinan hatin guftûgokirin.
Her du aliyan proseya hilbijartinan bi ser serkeftî bi nav kir û hêvî xwestin ku encamên hilbijartinan bibin destpêka qonaxake nû ku tê de aramiya siyasî pêk were û daxwazên welatî û dengderan bêne cibicîkirin.
Di beşeke din a civînê de, Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî de nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin