Serok Barzanî bi Jean Asselborn re civiya: 'Divê astengî li pêsiya proseya siyasî nemînin'
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn kir ku bi serdaneke fermî li Herêma Kurdistanê ye.
Piştî civînê hat ragihandin ku Serok Barzanî û Asselborn guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, qeyranên cîhanê û sedem û encamên şerê di navbera Rûsya û ukraynayê de kirin.
Di hevdîtinê de, li ser rewşa Iraqê jî her du aliyan hêvî xwest astengî li pêş proseya siyasî ya Iraqê nemînin û hikûmeta bê ya Iraqê, li hember kêşeyan berpirs be û destûrê bicih werîne.
Di beşeke din a civînê de, li ser rewşa Êzidiyan û koçberên Şingalê jî hat axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin