Serok Barzanî, bi sanda Hevpeymaniya Rizgariya Nistimanî re civînekê li dar dixe
PeyamaKurd-Serok Mesûd Barzanî, ji bo nirxandina rewşa siyasî ya Iraqê û damezirandina hikûmeta nû ya Iraqê, ligel şanda Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî dicive.
Şanda Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî, li qezaya Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve ligel Serok Mesûd Barzanî dicive. Şand, ji Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer û Serokê Koma Sedir a li Parlemantoya Iraqê Hesen Ezarî pêk tê. Hat ragihandin ku Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Kandîdê PDKê yê ji bo postê Serokomariya Iraqê Rêber Ehmed jî beşdarî civînê dibin.
Hat zanîn ku di civînê de dê rewşa siyasî ya Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û di destpêşxeriya Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir de guftûgo werin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin