Serok Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî re civiya

17 January 2022 19:07 0 dîtin
Serok Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro roja Duşemê 17ê Çileya 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di wê hevdîtinê de pêngavên proseya siyasî, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û hemaheniya navbera pêkhateyên Iraqê hatiye gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya ku Parlamentoya Iraqê raspartina avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bike, serdana aliyên siyasî yên Iraqê bo Hewlêrê zêde bûye ku bi taybet jî bi serok Barzanî re danûstandinên şêwrê dikin.