Serok Barzanî di Salvegera Peymana 11ê Adarê de peyamek wesand

11 March 2020 11:27 0 dîtin
Serok Barzanî di Salvegera Peymana 11ê Adarê de peyamek wesand

PeyamaKurd – Îro 11ê Adarê Salvegera Peymana Dîrokî ya sala 1970yî ye û bi helkefta Salvegera Peymana Dîrokî yya 11ê Adara sala 1970yî Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî peyamek weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe destnîşan dike ku berxwedana gel û qurbanîdana Pêşmerge kir ku mafên gel Kurd bêne naskirin:

"Di ser Peyamana 11ê Adarê re pêncih sal derbas bûn. Peymana 11ê Adarê serkeftina vîna gelê Kurdistanê bû. Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û xelk, rejîmê neçar kir ku bo cara pêşîn mafê gelê Kurd bi fermî werin naskirin û qebûlkirin.”