Serok Barzanî digel Mesrûr Barzanî besdarî 'Roja Nistîmanî ya Fransa' bû
PeyamaKurd - Serok Mesud Barzanî bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayeq, li Hewlêrê beşdarî roja nîştmanî ya Fransayê bû.
Îşev li Konsûlxaneya Giştî ya Fransayê ya Hewlêrê roja nîştmanîya Fransayê bi rêve çû û di merasîmê de Konsûlê Giştî yê Fransayê Dominik Mass ligel Serok Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî keka dostayetiya Fransa û Herêma Kurdistanê birî.
Roja niştimanî ya Fransayê ji 14ê Tîrmeha 1789an ve tê pîrozkirin. Xelkê di wê rojê de bi ser bendîxaneya Bastilleyê de girtibû û girtî azad kiribûn. Herwiha li dijî rejima wê serdemê xelk daketibûn kolanan û di navbera hêzên emnî û xelkê de pevçûn derketibûn û nêzîkî 200 kes birîndar bibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin