Serok Barzanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayê sefaf û azad bêne kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 17ê Îlonê li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Stephen Hitchen kir.
Di hevdîtinê de, danûstandinan li ser hilbijartinên Parlamento Kurdistanê hate kirin û hate gotin, pêwîste hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bi awayekî azad, şefaf, zelal û dûrî her asteng û kêşan bên kirin.
Li gorî ragihandina Baregeha Barzanî, di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beazley jî tê de amade bû de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Hikûmeta Iraqê ya Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û encamên erênî yên serdana dawî ya Serok Barzanî ji bo Bexdayê parve kirin.
Herwiha danûstandin li ser hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Herêma Kurdistanê hatin kirin û Serok Barzanî ji şanda mêvan re tekez kir ku, pêdivî ye hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf û zelal û dûrî her asteng û arêşeyekê bên kirin.
Li aliyê din mijara hêzên Hevpeymanan û alîkarî û hevahengiyên navbera hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin