Serok Barzanî: Divê bernameyên hikûmeta nû ya Iraqê li ser 3 prensîban bin!
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Çarşemê 27ê Tîrhema 2022yan pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê kir.
Baregeha Barzanî derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 27ê Tîrmeha 2022yan pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda pê re kir û di civînê de, pêşhatên dawî yên meydana siyasî ya Iraqê û babeta serokomar û serokwezîrê bê yê Iraqê hatin guftûgokirin.
Hat diyarkirin ku Serok Barzanî di civînê de, li ser proseya siyasî ya Iraqê û hikûmeta bê, destnîşan kiriye ku divê bernameyên hikûmeta bê li ser bingeha destûrê û li gorî 3 prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê bin.
Balyozê Brîtanya derbarê topbarana navçeyên sînorî yên Zaxoyê de got, welatê wî piştevaniyê li aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, civîna Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya di demekê de ye ku roja 25ê Tîrmehê Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên Şîeyên Iraqê eşkere kiribû ku namzedê wan ji bo postê serokwezîrê bê yê Iraqê Mihemed Şeya Sûdanî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin