Serok Barzanî: Ebdulxaliq Zengene rewsenbîrekî têkoserê Kurdistanê bû

07 September 2023 17:24 0 dîtin
Serok Barzanî: Ebdulxaliq Zengene rewsenbîrekî têkoserê Kurdistanê bû

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 7ê Îlonê li ser wefata siyasetmedar û xebatkarê Kurd Ebdulxaliq Zengene peyameke serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî got: “Bi xemgîniyeke mezin min xebera koça dawî ya xebatkar û siyasetmedar û parlementerê berê yê Kurdistanê Ebdulxaliq Zenge bihîst. Ebdulxaliq Zengene têkoşer û kesayetîyekî rewşenbîr û niştimanpwerer ê Kurdistanê bû. Em xebat û helwesta wî ji bîr nakin.”

Serok Barzanî diyar kir: “Serxweşiya xwe arasteyî malbat û kesûkar û hevalên Ebdulxaliq Zengene û hemû têkoşer û xebatkarên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.!

Di dewama peyamê de Serok Barzanî got: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê merhum Ebdulxaliq Zengene bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide hemû kesekî.”