Serok Barzanî: Heger Destûra Iraqê bihata bicihanîn gelek pirsgirêk nediman îro

14 February 2021 17:51 0 dîtin
Serok Barzanî: Heger Destûra Iraqê bihata bicihanîn gelek pirsgirêk nediman îro

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê li Selahadên pêşwazî li Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û danustandinên di navbera Herêm û Hikûmeta Federalî û her wiha astengên li ber rêkeftina Şingalê de hatin axaftin.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina NY li Iraqê tekez li wê yekê kir ku NY hana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê dide ku li diyalog û rexsandina rewşa erênî ya ji bo serxistina danûstandinan û bi desthatina çareseriya guncav ya ji bo kêşeyên di navbera wan de berdewam dibin.

Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo diyaloga berdewamiya di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê di çarçoveya Destûrê de ragihand û dupat kir ku eger di salên derbasbûyî de Destûr wekî xwe bihata bicîhanîn, gelek ji wan kêşe û giriftan nedibûn ku niha li navbera her du aliyan de hene.