Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê her hewldarê aramî û astiyê bûye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di hevdîtina Balyoza Fînland a Iraqê Anu Saarela de rola Fînlandê ya di şerê li dijî teroka DAIŞê de wek şayanî pesindanê nirxand û got: Herêma Kurdistanê her hewldarê aramî û aştiya herêmê bûye.
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Balyoza Fînlanê ya Iraqê Anu Saarela kir.
Di vê hevdîtina ku geşedanên dawî yên Herêma Kurdistan, Iraq û Rojhelata Navîn hate gotûbêjkirin de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin û ji bo çareseriya pirsgirêkên aliyan, teqezî li domandina diyalogê hate kirin.
Di hevdîtinê de Balyoza Fînlandê Anu Saarela, aramî û pêşketinên li Herêma Kurdistanê şayanî pîrozkirinê dît û ji ber hatina xwe ya Kurdistanê dilxweşiya xwe destnîşan kir.
Saarela, rola Serok Mesûd Barzanî ya li ser aramî û ewlehiya Rojhelata Navîn jî gring nirxand.
Serok Mesûd Barzanî jî di hevdîtinê de ji bo hatina wê ya Herêma Kurdistanê xêrhatinê li Balyoza Fînlandayê kir û ji bo erkê wê hêviya serkeftinê xwast.
Serok Barzanî, ji bo hevkariya bi Herêma Kurdistanê re spasiya gel û hikûmeta Fînlandê kir û herwiha ji ber rola di şerê li dijî terora DAIŞê û pêşkêşkirina alîkariya ji Herêma Kurdistanê re pesnê rola hêzên Fînlandî û Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê da.
Serok Barzanî got: Herêma Kurdistanê her hewldarê aramî û aştiya herêmê bûye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin